Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, gihaşt Hewlêrê

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, piştî dawîkirina zîyaretên xwe yên li Bexdayê çû Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Fîdan, di Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji teref Wezîrê Karên Hindir yê Herêma Kurdistanê Reber Ahmed, Dîrektorê Ofîsa Minasebetên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî, Şêwirmendê Polîtîqayên Derve yê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mustafa û Walîyê Hewlêrê Omed Xoşnaw ve hat pêşwazîkirin.

Tê texmînkirin ku Fîdan, li Hewlêrê bi rayedarên paye bilind ên Herêma Kurdistanê re were cem hev. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"