Wezîrê Karên Hundir dîwara ewlehîyê ya ku lêkirina wê berdewam dike tehqîqat kir

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu dîwara ewlehîyê ya ku li ser sînora Tirkîye û Îranê lêkirina wê berdewam dike tehqîqat kir.

Hat ragihandin Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu dîwara ewlehîyê ya ku li ser sînora Tirkîye û Îranê lêkirina wê berdewam dike tehqîqat kir. Gelek fermandarên paye bilind digel Wezîr Soylu çûn herêma ku lê dîwar tê lêkirin.

Wezîr Soylu li herêmê derbarê dîwara ku lê tê kirin de daxuyanî da û diyar kir ji ber şert û mercan pêdîvî bi lêkirina dîwêr hebû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêdîvî bi lêkirina dîwareke ku dirêjehîya wê 144 kîlometre ye hebû. Sedema vê ewil elbet micadeleya bi terorê ye û sedema wê ya duyem jî micadeleya bi qeçexçîtîyê re ye û ya sêyam jî micadeleya koçkirina nerêkûpêk. Me ji sedî 50ê dîwara ku dirêjahîya wê 144 kîlometre ye di 8 mehan de xelas kir.”

ÎLKHA




















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin