Xalid Meş’al: Pêşeroja îşxalkerên sîyonîst tuneye

Ji serokên HAMASê Xalid Meş’al got ku xwestinên me mezin e, em xelasbûna ji îşxalê dixwazin, pêşeroja rejima îşxalê tune ye.

Ji serokên HAMASê Xalid Meş’al doh êvarî di kanala El-Erebî de daxuyanîyan da.

Meş’al got ku tehdîdên serokwezîrê rejima sîyonîst yê qaşo nemuhîm e wiha li axaftina xwe zêde kir: “Slogana qedandina HAMASê gelek carên din jî hatine gotin. Di şerên me yên berê de jî îşxalkeran digotin emê HAMASê biqedînin. Komên berxwedanê li ser senaryoyan teva dixebitin.”

Ew rejima sîyonîst ya ku herêmê tevî ditirsîne ev e?

Meş’al îfade kir ku sîyonîstên îşxalker firokek ji kaxizê ye wiha axavtina xwe domand: “Ew rejima sîyonîst ya ku temamê herêmê ditirsîne ev e? Têkçûna di 7ê Cotmehê de jiya û piştî tunekirina Tumena wan a Xezzeyê dijmin ket şokê. Sîyonîstên îşxalker ji bo têkçûna xwe veşêre êrîşî gelê sivîl yê ku hembêz lime vekirîye kir.”

“Pêşeroja sîyonîstên îşxalker tune ye”

Meş’al got ku Tofana Eqsayê rejima sîyonîst ji tarûmar kiriye û a niha kes behsa agirbestê jî nake û wiha li axaftina xwe zêde kir, “Pêşeroja îşxalkeran tune ye. Ev ji bo xelasbûyîna ji bindestîyê fersendek e. Teleba me mezin e; em dixwazin ji îşxalê xelas bibin. Îşxalker di heqê esîran de texmînan dikin. Di destê komên berxwedanê de ji bo guhertina esîran û jimareke ku têrî temamê esîrên Filîstînê azad bikin esîr hene. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn