Xalid Meşal Peyivî

Îsraîl Ji Ber Êrîşên Fuzeyên Qassamê Şaş û Maş Buye

Li ser êrîşên siyonîst Îsraîl, milletê Şerîa ya Rojava bi şev heta sibê li Qudsê destek dan muslumanê Ğezzeyê û îfade kirin ku hazirin bi muslumanên ğezzeyê re li hember siyonîst şer bikin.

Serekê Hamasê Xalid Meşal li Sûdanê piştî nimêja înê li ser êrîşên siyonîst Îsraîl peyivî û îfade kir ku siyonîst ji ber fuzeyên Qassam, ketine panîk û tirsê.   

Xalid Meşal wiha beyan kir “Îsraîl, van fuzeyên Qassam texmîn nedikir.Ji ber êrîşên fuzeyên Qassam, Îsraîl şaş û maş buye. Heman ji Emrîka û Ewrûpayê xwest ku giranî bidin ser Misrê ji bo navbervaniyê. Serdana serekwezîrê Misrê Hîşam Kandîl ya li Ğezzeyê bi heyeteke payebilind re, tê wê maneyê ku lîderên welatên Ereban di riya zaferê de gavên rast û maqûl davêjin. Êdî zafer di aleyhê siyonîst de bi hêla muslumana ve ye.”

Li aliyê din hat îfade kirin ku li Ğezzeyê xaînê ku koordînatên cîhê şehîd qomandarê Qassam Ehmed Cabarî dabû siyonsîstan, ji teref Hamasê ve bi îdamê hatiye înfaz kirin.

Piştî ziyareta serekwezîrê Misrê ji Tûnûsê jî heyeteke ku ji 12 wezîran pêk dihat, ji bo destek û piştgiriya bi xelkê Ğezzeyê re, îro çû Ğezzeyê. Berdevkê Hamasê beyan kir ku heyeta Tûnûsê gihaştiye Ğezzeyê. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be
Ew ê li çar alîyê Tirkîyeyê baran bibare