Xamaney: Keseki destê veşartî yê dijmîn li herêmê nebîne, xwe xapandiye

Rêberê înqilaba îslamî ya Îranê Xamanay desnîşan kir ku Helwêsta Komara islamî li bara tevayê welatan ji wan li bara Yemenê, neyariya li hemberî mudaxileya biyaniyan e, lewma rêçareya aloziya Yemenê jî rawestandina êrişan û mudaxileya biyaniyan dijî gelê

" Welatên misilman ji baweriya li welatên rojavayî û Emirke xêrê nabînin"

Seyyid Elî Xaminey li hevdîtina tev Serokomar Receb Tayyîp Erdogan got: Me hertim teqez kiriye ku welatên misilman ji baweriya li welatên rojavayî û Emirke xêrê nabînin, roja îro jî her kes encama kiryarên welatên rojavayî li navçeyê ku ziyanên digihînin Îslamê û navçeyê, dibîne.
 

" Heke kesek destê veşartî yê dijmîn li van bûyeran nebîne, xwe xapandiye"

Xamany bal kişand  ser alûgurên hin welatên navçeyê û tundî li Iraq û Sûriyê û wiha pê de çû: Heke kesek destê veşartî yê dijmîn li van bûyeran nebîne, xwe xapandiye.
 

Xamaney li piştrastkirina vê rastiyê, bal kişande ser kêfxweşiya Emirke û siyonîstan ji ber rewşa herêmê  û wiha dewam kir: Siyonîst û gelek dewletên rojavayî û zêdetir ji gişkan Emirke ji ber van bûyeran kêfxweş in û dil tunene meseleya DAIŞ` kuta bikin.
 

"Emrîka ji 'Hişyariya Giştî ya Îslamî' ditirse"
Xamaney li dewama gotinên xwe da alûgura mezin a 'Hişyariya Giştî ya Îslamî' hegera sereke ya dilgiraniya dijminên Îslamê bi nav kir û bal kişande ser plankariyên dijminan bo sekinîna li hemberî vê bûyera mezin û destnîşan kir: Roja îro Emirke û siyonîst ji ber nakokiyên navxweyî yên hin welatên misilman kêfxweş in û rêçareya van pirsgirêkan jî, hevkariya welatên misilman û pêngavên kêrhatî û guncaw e.
 

"Hêz û qaweta her welatekî misilman li cîhana Îslamê"

Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê Xaminey li vê hevdîtinê her wiha bal kişand ser xêr û qazanca hevpar a Îran û Tirkiyê bi saya xurtkirina peywendiyan û bi bîr xist: Hêz û qaweta her welatekî misilman li cîhana Îslamê, li rastiyê hêz û qaweta ometa islamî ye ku welatên misilman hevdu xurt dikin û hevdu lawaz nakin, xurtkirina peywendiyên Îran û Tirkiyê jî alîkariyê dide serê xwe girtina vê yekê.
 

Di hevdîtinê de Sorokomar Erogan jî dest nîşan kir ku, herdu aliyan jî pêwendiyê duali, aborî û pirsgêrikên herêmê nirxandin.

" Me  Hevkariya Qonseya Aborîyê ya Îran û Turîyeyê ava kir"

Serokomar Erdogan wiha got: Me  Hevkariya Qonseya Aborîya Îran û Turîyeyê ava kir.  Em dibêjin bila Emrîka û welatên rojava têkilê pirsgêrikên herême nebin û midaxale nekin.  Gelek pirsgêrik hene ku bi alîkariya welatên Rojhilata ve tê çareserkirin divê ji bo van pirsgêrikan em ne li benda rojava bin.

Erdogan her wiha bal kişand ser DAIŞê jî û got:  Ez DAIŞê wek misilman nasnakim. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar