Xanima xortê astengdar li Qamişloya ku di bin kontrola PYDyê de ye mahsur ma

MÊRDÎN - Xortê kerr û lal ê ku li Mêrdînê dijî, xanima wî li Qamişloya ku di bin kontrola PYDyê de ye mahsur ma. Xanima wî heta pereyên ku PYD ji wan teleb dike neyê dayîn dê destûr nedin ku derbasî vî rexê sînor bibe.

Malbara Sûriyeyî ji ber şerê navxweyî ya li Sûriyê reviya û hat li Qosera Mêrdînê bi cî bû. Xalid Helluşê ku him kerr û him jî lal e li Qamişloya ku di bin kontrola PYDê de ye mahsûr ma. Xanima wî ya bi navê Sîham Ezzo ji bo beşdarî taziyeya birayê xwe bibe berî niha çibû Qamioşloyê, lê belê a niha li Qamişloyê mahsûr maye. Malbat diyar kir heta pereya ku PYDê teleb kiriye neyê dayîn dê PYD destûrê nedê Sîham Ezzo da ku derbasî vî rexê sînorê bibe. Malbat ji ber vê yekê ji rayedaran alîkarî teleb kir da ku ji wan re di vî warî de bibin alîkar.

Xalid Hellûşê ku xanima wî li Qamişloyê mahsûr maye tê dîtin bi hereketên destan hewil dide derdê xwe binî zimên, Xalid diyar dike ew dixwaze xanima wî demildest bê cemê û ew gelek zêde bêriya wê kiriye.

Abdulkadîr Hellusê mezinê malbatê di derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku 3 hezar lîreyên wan nîne bûka wî li Qamişloyê mahsûr maye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lawê min Xalid hêj ji dayikbûnê ve kerr û lal e. Xanima wî ji bo taziyê çû Sûriyê û nehiştin vegere. Rexê Sûriyê 3 hezar lîre pere jê xwestin. Pereyên me nînin, halê me perîşan e, em di nava rewşeke nexweş de ne. Lawê min ji ber ku xanima wî nikare bê, derket li ser ban û xwest ku xwe bikuje. Me bi zorê wî qanê kir, me jê re got înşaallah em ê wê bînin. Tiştek ji destên me nayê, înşaallah dê dewlet ji me re bibe alîkar. Ez bi sed zehmetî dixebitim. Ez ji heqê kirê, masrefên malê dernayêm. Lawê min ji ber ku lal e nikare biştexile. Carin lîreyek jî di berîka me de tuneye. Em ê 3 hezar lîre çawa bibînin? Lê em hêvîya xwe ji Xwedê qut nakin. Em hêvî dikin lawê min jî bigihije jina xwe.”(ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye