Xebatên tefandina şewata daristanê ya li Bîlecîkê berdewam dikin

Xebatên tefandina şewata ku liDomanîça Kutahyayê dest pê kir û gihaşt herema daristanî ya li mewqiya gundê Camliyaylaya Bozbuyuka Bîlecîkê berdewam dikin.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Bîlecîkê ve hatiye dayîn de  hat destîşankirin xebatên tefandina şewata daristanê berdewam dikin.

Waliyê Bîlecîkê  Tahir Buyukakin û heyeta pê re li cihê şewatê tehqîqetan kirin. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin xebatên tefandina şewata ku li  Domanîça Kutahyayê dest pê kir û gihaşt herema daristanî ya li mewqiya gundê Camliyaylaya Bozbuyuka Bîlecîkê berdewam dikin.

 Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin di xebatên tefandina şewata daristanê de 16 helîkopter, 2 balafir, gelek wesayît û esker dixebitin.

Hat diyarkirin şewata ku ev 4 roj in berdewam dike hatiye kontrolkirin.(ÎLKHA)






































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin