Mezinê Îrana Îslamî Seyyîd Elî Xamaney, der barê rewşa cîhanê de xeber da. Di gotinên xwe de îfade kir ku teza ku hinek musluman û hereketên Îslamî, wê bi Emrîka re dikaribin li hev bikin, xetayek mezin e.
Seyyîd Elî Xamaney, di konferansa profesorên ûnîversîteyê yên musluman û hişyariya Îslamî de xeber da. Bi sedan aqademîsyen û mutefekkîr û lêkolîner tevlî vê konferansê bûn.
Seyyîd Elî Xamaney wiha diyar kir “Emrîka, mezinê mustekbîrên cîhanê ye. Fikra li hev kirina bi vê îstîkbarê re, çewt û xeta ye. Emrîka, her li ku derê be bila bibe, dixwaze hereketên Îslamê bitefîne. Ji bo vêna jî, tiştê ji desta tê dike.”
Seyyîd Elî Xamaney di dawiya xeberdana xwe de, silav li xelkê Fîlîstînê, hereketên berxwedanê Hamas û Cîhada Îslamî kir û da zanîn ku berxwedana wan siyonîstê dijmin şoq kiriye.
bangaheq.net