Xelasiya Efğanan

6 Efğanên Di Malekê De Zencîrkirî, Hatin Rizgar Kirin

Bi însanên zulumkar re bext û ûjdan nîne. Qîmetê nadin însan û heywana. Nexasim tucarên însanan, pir zulumkar in. Gemî û ferîbota tije multeciyan dikin, hem ji bo reva pera digirin hem jî wan difiroşin. Gemî ğerq bibe nebe, çi bi multeciyan bê, ji wan re ne derd e.

Li gor xeberan, tucarê însanan li Stenbolê, li mehela Zeytînbûrnû di apartmanekê de, di qatê dudan de 6 Efğaniyan bi zencîr girê didin. Efğanî ji lingên xwe ve tên zencîr kirin. Ji wan du kes xwe di pacê de davêjin. Birîndar dibin. Ahaliyê bînayê gazî ambulans û polîs dikin, wan radikin nexweşxanê. Li wir îfade didin.

Li ser îfada wan, 4 Efğaniyê dinê yên zencîrkirî, ji teref polîsan ve tên xelas kirin. Ji bo hadîseyê lêpirsîn vebû. Der heqê wan tucarên însanan de, hê tu agahî nehatiye bidest xistin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin