Xelk dê ji bo dengdayînê sibe biçe ser sindoqan

Hilbijêr dêji bo guherandina makezagona nû dê sibê biçin ser sindoqan û kesên ku dê biçin ser sindoqan miheqqeq divê belgeya fermî ya ku li ser nimreya welatiyê ya Komare Tirkiyê heye bi xwe re bibin.

Di referandûma ku dê sibe bê kirin de bi tevahî 55 milyon û 319 hezar û 222 hilbijêr dê li ser 167 hezar û 140 sindoqan rayên xwe bidin.

Welatiyên ku kaxizê wan a hilbijartinê negihîştiyê wan jî dê bikaribin rayên xwe bi kar bînin. Kesên bêkaxiz in lê qeyda wan di kutukê da heye bi nasnameyên xwe  (nasname, pasaport, ehliyet, nasnameya zewacê) wê bikaribin dengên xwe  bidin.

Li Semsûr, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Xarpêt, Erzîncan, Erzerom, Entebê, Gîresun, Gumuşxane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordî, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê di navbera saet 07.00-16.00an da li bajarên din jî di navbera 08.00-17.00an da deng karibin bên dayîn.

Divê kesên hilbijêr di dema dengdayînê de haydar bin. Hilbijêr divê cihê sindoqên xwe hîn bibin  û dema ku çûn ser sindoqan divê bi xwe re nasnameyên xwe  (nasname, pasaport, ehliyet, nasnameya zewacê) bibin. Kesên ku vê yekê bikin dê karibin dengê xwe bi kar bînin.(ÎLKHA)




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin