Xelk hewl dide ji naskirîyên xwe yên ku li Sûrê dimînin re erzaqê bigihêjînin

Li Sûra navçeya Amedê ya ku hêj lê qedexeya derketina derve berdewam dike xelk her çiqas sir û seqem hebe jî hewl didin ji naskirîyên xwe yên ku li Kolana Gazîyê dimînin re alîkarîya erzaqê bikin.

Li navçê hêj pevçûn berdewam dikin. Ji bilî polêsan esker jî destekê didin operasyonan.Li navçê ev bû demeke dirêj ku ne ceyran heye ne jî av.

Xelkê ku ji bona naskirîyên xwe alîkarî anîbûn û yên ku ji bona rewşa naskirîyên xwe hîn bibin hatibûn navçê ji teref polêsan ve  hatin sekinandin.Her çiqas  hewa serma be jî xelk  li ber barîkatên polêsan radiwestin.

 “ Zaroka min yek mehî digel dapîra xwe dimîne”

Hemwelatîyeke ku ji bona dan û standine ji mala xwe derketibûn di derbarê rewşa xwe de wiha axivî: “Ez dixwazim biçim mala xwe lê destûrê nadin.Hewcîtîyên me hebûn, ji ber vê yekê ez derketim derve.Serê şeveqê destûr dan ez ji barîkatan derbas bibim.Me ji polêsan re got em a niha derdikevin û em ê cardin vegerin.Ji me re gotin temam. Piştî ku gotin temam cardin me nastenin.Zaroka min yek mehî li ba dapîra min e. Destûrê nadin me .Divê pevçûn werin dawîkirn.”

 “Kiryarên me li me digerin û dibêjin ev bû 30 roj ku di mal de tu erzaq nemaye”

Rayedarên markêteke taybet Yûsif û Mehmet di derbarê rewşa navçê de wiha ragihandin: “Mişterîyên me li me gerîyan û gotin ev bû mehek ku di mal de tu tişt nemaye. Me jî erzaqan barkir.Lê belê li cihê barîkat lê hene polêsan destûr nedan ku em erzaqan teslîm bikin.Em mecbûr man digel erzaqan vegerin.”

Esnaf: Divê qedexe were rakirin

Ji dikandarên Kolana  Trustîkê Sînan Kalkan û Metîn Turan jî di derbarê qedexe û rewşa Sûrê de wiha axivîn: “Heger li vê cadeyê qedexe rabûbe çima ev dikan girtîne.Divîyabû ev dikan vekirîbana.Ev bû mehekê zêdetir ku em nikarin dikanên xwe vebikin.Em çi dikin, çi dixwin û çi vedixwin haya wan ji me heye gelo? Bila destekê bidin me, em muxtacê piştevanîyê ne. Ez ê jî dikana xwe niha bigirim û biçim.Kesên ku dikanên xwe vedikin jî tu tiştî nakin. Bila çareyekê ji vê re bibînin.An bila qedexeyan temametî rabikin an pevçûnan biseknînin an jî bila çareyekê bibînin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar