Xelkê ku navenda Şernexê li taxên ku lê çal û barîkat hene dijîn çawa ku mekteb tatîl bûn dest bi terikandina bajêr kirin.Xelkê ku navçê diterikenin hewl didin da ku biçin gund derdorê û bajarên mîna Stenbol, Mêrsîn , Êlih û Mêrdînê.
Hat hînbûn li otogara bajêr ji ber terikandina bajêr qelabalixeke mezin çêbûye û gelek kes ji bona çûyîne biletên xwe birîne.
Rayedarên fîrmayên otobusan di derbarê mijarê de diyar kirin ew ber teleban re nagihêjin û ew mecbûr dimînin seferinan din tertîb bikin.
Rayedarekî fîrmayê di derbarê mijarê de wiha axixî: “Xelk ji ber tirsa îlankirina qedexeya derketina derve hewl dide da ku biçe ba naskirîyên xwe.Exlebe bilet ji bajarên mîna Stenbol, Mêrsîn , Êlih û Mêrdînê re tên birîn.Em li ber teleban re nagihêjin. Gelek hemwelatî 2 qet zêdetirî heqê biletê dide da ku karibin ji xwe re biletê peyde bikin lê belê nikarin ji xwe re cî biveqetînin. Kesên ku di otobusan de nikarin ji xwe re cî peyde bikin di nav xwe de mînîbusê kire dikin û ji van deran diçin.”
Ji hemwelatiyên ku li Şernexê dijî kesê binavê M.A. diyar kir ji bona derûniya zaroyên wî xera nebin ew ê zarokên xwe bişîne Êlihê ba naskirîyên xwe. (ÎLKHA)