Xelkê Êlihê wek her sal bi coşeke mezin eyda hev pîroz kir

Bernameya Eyda Qurbanê ya ku her salji teref Koordînatoriya Êlihê yê Platforma Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin îsal jî digelselawat û tekbîran bi beşdarbûna xelkê hat pîrozkirin.

Weke her sal îsal jî di sêyemîn roja eydê de ji teref Koordînatoriya Êlihê yê Platforma Evîndarên Pêxember ve li Mizgefta Hemîdiyan bi beşdarbûna xelkê  Eyda Qurbanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Piştî nimêja esrê endam û dildarên platformê li hewşa  Mizgefta Hemîdiyan li hev civiyan û digel tekbîr û selewatan bi coşe û  kelecaneke mezin eyda hev pîroz kirin.

Eyda Qurbanê bi beşdarbûna endam û dildarên Cemiyeta Mustezafan, Kerwana Ûmudê ya Êlihê, Bîlge-Der, Hîra-Der, Komeleya Şefkat Elî, Sevgî-Der, Sag-Çev, Komeleya Rahmet Pinari, Hîzmet-Der, Îlîm-Der, Enfa-Der, Koy-Der  hat pîrozkirin.

Her wisa Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û alîkarên wî, Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Enwer Kiliçarslan û gelek nûnerên STKyan û rîspî beşdarî bernamê û bûn û eyda xelkê pîroz kirin.

Bernameya eydê bi diaya ku ji teref Osman Tayfurê endamê Îttîhadul Ulemayê ve hat kirin  bi dawî bû.

ÎLKHA







































İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e