Xelkê Nisêbînê hêj malên terk dikin

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê xelk ji ber endîşeya îlankirina qedexekirina derketina derve, navçê terk dike.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku berî niha 6 car derketina derve hatibû qedexekirin ji ber daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala cardin dest bi terikandina navçê kirin.

Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala di daxuyaniya ku berî vê çend rojan dabû de di derbarê mijarê de wiha axivîbû: “Li Cizîrê û Sûrê operasyon berdewam dikin.Li Cizîrê wext e ku xelas bibe, Sûr jî ew ê hinekî din berdewam bike.Ji xeynî Hezexê Nisêbînê jî heye.Li hinek  cihên weke van, barîkat û kort hene ku ew ê ev bên rakirin.”

Ji ber vê yekê xelkê Nisêbînê ji ber îxtîmala qedexeya derketina derve û ji ber endîşeya ewlehîya can navçê terk dikin û hewl didin biçin ba naskirîyên xwe. Kesên ku naskiriyê wan tune ne jî bi qasî quwweta xwe alav û firaxên xwe hildigirin û hewl didin ku biçin cihekî ku vê zivistanê lê biborînin.Ji ber koça xelkê termînala otobusan a navçê gelekî qelabakix e.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar