Li Sûra Diyarbekirê qedexeya derketina derve ya ku ji 2yê Berfanbara 2015an pê ve di 6 taxan de hatibû îlankirin îro di temamê taxên Cevatpaşa û Gaziyê de û di kûçeyên Marangoz, Mîras, Suleyman Nafîz û Varolê de ji 08.00an pêve hat rakirin.
Hat dîtin ku gelek mal û dikanan zirarê dîtine, xurekên di şerquterî û avsarkan de jî kufik girtine û hinek mal jî ji teref polêsan ve wek qerergeh hatiye bikaranîn.
Avahiyên ku di derdora Mizgefta Fatîh Paşayê û Dibistana Suleyman Nazîfê de yên ku texrîb bûne bala mirov dikişîne.
Gelê ku piştî rakirina qedexeya derketina derve dagera malên xwe diyar kir ku ji ber pevçûnan ew mexdûr bûye. Ev mexdûrên navçeyê ji rêvebiran xwestin ku bila demildest mexdûriyeta wan were çareserkirin.
“Him polês him jî yên din me dikêşînin derekê”
Ji mexdûrê Sûrê Şevket Gokçekî diyar kir ku aqîbeta mala xwe mereq kiriye. Dûvre Gokçek axavtina xwe wiha domand: “Bila bihêlin ku em malên xwe bibînin. Him polês him jî yên din me dikêşînin derekê. Em nizanin ku dê em çi bikin. Mala me nadin nîşanê me. Bila bihêlin ku em malên xwe bibînin. Hûn rewşa me dibînin.”
“Nêzê 15 hezar lîre zirara min çêbûye”
Ramazan Macarê ku xurekên di şerqutera wî de kufik girtiye mexdûruyeta xwe wiha anî ziman: “Şîrê di dikana min de xirab bûye. Ez mejbûrim ku wê şîrê hemî birêjim. Hûn dibînin ku çawa bêhn dide. Dikana min zirarê nedîtiye lê malê di dikanê de hemî xirab bûye. Nêzê 15 hezar lîre zirara min çêbûye. Nizanim gelo dê ez çi bikim.”
“Bila Xwedê Teala ji kesên ku me anîne vê halê hesabê bipirse”
Xwediya Firina Mecîd Axayê ya dîrokî ya ku ji pevçûnan zirarê dîtiye Umut Karahan diyar kir ku di jiyana xwe de nû tiştekî wiha dîtiye. Dûvre Karahan axavtina xwe wiha domand: “Em vê firinê ji sala 1918an pê vê bikar tînin. Hingî ku Diyarbekir bûye bajar belkê tiştekê wiha nedîtiye. Me berê ji ber ku pêvajoya aştiyê bû dikariya vê yekê biaxiviya. Lê em niha nikarin vê yekê biaxaivin. Pêvajoya sibe deve xwe asê bike, êvarê deriya xwe asê bike dest pê kiriye. Zirar û mexdûriyeta min di holê de ye. Niha ciyê ku êdî peyv tune mirov biaxive ye. Bila Xwedê Teala ji kesên ku me anîne vê halê hesabê bipirse.”
Ji esnafê Sûrê Hatîp Gul jî diyar kir ku dikana wî êdî nayê bikaranîn. Dûvre Gul wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev mexdûriyet bi şiklekî zanîn hatiye kirin. Camên dikana min hatiye şikandin. Ez guman dikim ku vê yekê polêsan kirine. Ez bang li rêvebiran dikim ku mexdûruyeta me were çareser kirin.”
“Em di rewşekê xirab de ne û em mexdûr in”
Engîn Guldali destnîşankir ku çûka wî yê mihebeta û masiyên wî yên ku di nav aqvaryûmê de bûn mirine. Dûvre Guldali wiha axivî: “Zirarê min gelek e. Ez nizanim ku dê ez vê yekê çawa çareser bikim. Pirr xirab e ku dikan ketine vê halê. Bila ev zirarên me werin çareser kirin.” (ÎLKHA)
Xelkê Sûrê bêçareye FOTO