Xelq û dikandar ji heqê ceyranê ya ku zêde tê re bertek nîşan dan

Ji ber ku heqên ceyranê pir zêde tên xelq û dikandar nerazîbûnên xwe nîşan didin û ji rewşê re bertek nîşan didin.

Xelq û dikandarên Sêrtî destnîşan kirin her meha ku diçe heqê ceyranê zêdetir tê ku ew ji ber vê yekê gelek zêde mexdûr û perîşan in.

“Heqê ceyranê ya ku meha borî 230 TL hatibû vê mehê 330 TL hat”

Welatîyê bi navê Mehmet Yildirim ê ku derheqê mijarê de axivî destnîşan kir, heqê ceyranê her car ji ya hatî zêdetir tê û dû re wiha got: “Digel ku derdora Sêrtê bi bendavan tije bûbe jî heqê ceyranê pir zêde ye.Tu kes ji tirsan dengê xwe dernaxe.Însan betal in, lê belê heqê ceyranan 300-400 TL tê. Em 4-5 rojan li înşaatan dixebitin û em wê jî didin heqê ceyranê. Heqê ceyranê ya ku meha borî 230 TL hatibû vê mehê 330 TL hat.”

“Heqê faturaya vê mehê hezar û 120 TL ji ya meha borî zêdetir hat”

Welatîyê bi navê Abdurrahman Kaygi jî derbarê mijarê de nerazîbûna xwe anî zimên û destnîşan kir: “Bila hema piçekî li xelqê bifikirin.Her meh zam li heqê ceyranê tê kirin. Gelo ceyranê ji fezayê îthal dikin.Ez dibêjim piçekî însaf û wijdan û tiştekî din nabêjim”

Çend welatîyên din jî wisa fikirîn:

Alî Kaya: Digel ku ez ceyranê hindik bi kar tînim jî heqê ceyranê pir zêde tê.

Emîn Tarak: Ev 33 sal ku cara ewil ez li rasta heyameke wisa ya ku lê pir zam tê kirin têm.

Nedîm Ozdemîr: Faturaya ku meha borî 130 TL hat vê mehê zêdetir hat, eger heqê me xwaribin ez heqê xwe helal nakim.”












İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe