Xêra Xelkê Kurd Naxwazin

Çeteyên kûr û qirêj xêra xelkê Kurd naxwazin

Çeteyên kûr û qirêj xêra xelkê Kurd naxwazin. Lewra bi tevger û zordestiyên xwe tovê kîn û nefret û dijminantiyê li nav Kurdan direşînin. Pirê wan bi PKK re girêdayî evan çeteyên kûr û qirêj, ji ğeyrî xwe tu kesê din naxwazin. Bi vî awayî zirarê didin menfîet û pêşeroja xelkê Kurd.

Pêr bi şev ji van çeteyên kûr û qirêj, hinek kes bombe û molotof avêtin bînaya teşkîlata Huda Parê ya Sîlopiya navçeya Şirnexê. Kesên serpoşandî 2 bombe û 5 molotof avêtin bînayê.

Di hadîseyê de tiştek bi kesî nehat. Di bînayê de hinek xisar qewimî, esnafên hawêrdor zirar dîtin. Orguta YDGH ya PKKê êrîşa han girt ser xwe. Li ser hadîseyê gazî ekîbên îtfaiyê hat kirin. Şewat hat vemirandin. Polîs li ser hadîseyê dest bi lêpirsînê kir.

Serekê teşkîlata Huda Parê yê navçeyê Mûsa Atîlla, li ser êrîşê sert tepkî nîşan da. Diyar kir ku êrîş di şexsê Huda Parê de li xelkê kurd û li îrada hur ya xelkê kurd hatiye kirin. Atîlla wiha got: “Çend heb çapûlcûyên berradayî, bi van êrîşan nagihêjin meqseda xwe. Em zihniyeta wan ya kûr û tarî ku tu feydeyê nade xelkê telîn dikin.”

Eşkere bû ku kesên êrîş dane kirin, berî niha esnafên cîranê bînaya Huda Parê jî tehdît kirine.

Li aliyê din ev çeteya kûr û qirêj, li Cizîra Şirnexê jî bombê destî avêtin wesayîta kesekî dîndar. Wesayît xisar dît, lê tiştek bi kesî nehat. Mensûbên serpoşandî yên çeteya kûr û qirêj, pey êrîşê reviyan. Polîs li ser hadîseyê dest bi lêpirsînê kir.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar