XETMA QURANÊ

Di meha remezanê de, xwendina xitm û muqabela Quranê, adet û îbadetekê xelkê musluman e

XETMA QURANÊ
LI WANÊ, XUŞK Û JIN BI COŞEK MEZIN TEVECCUHÊ MÛQABELEYAN DIKIN

Di meha remezanê de, xwendina xitm û muqabela Quranê, adet û îbadetekê xelkê musluman e. Hem jin hem jî mêr, hem li camiyan hem jî mal û dergehan, tevlî xwendina muqabela Quranê dibin.

Mîna gelek bajaran, li Wanê jî di gelek camiyan de muqabela Quranê tê li dar xistin. Bernama muqabela Quranê ya mexsûs ji bo xuşk û jina, bi coşek û teveccuhek mezin tê rast kirin. Li dehan camiyan, saet di navbera 10 û 11ê sibehê de, ji mehellan jin û xuşk xwe li bernama muqabela Quranê dicivînin. Di 106 camiyan de ji bo jin û xuşka, muqabela Quranê tê li dar xistin.

Miftiyê Wanê Nîmetûllah Arvas, di xeberdana xwe de wiha got “Quran ji civak û însana re, hem rûh e hem jî heyat e. Li herêma Wanê di 106 camiyan de, ji bo xuşk û jina bernama mûqabela Quranê tê li dar xistin. Însan çiqas aşînayê Quranê dibe, ewqas hizûr û heyatê dibîne. Ez bawer dikim ku ji vir û wir de jî, wê ji Quranê re teveccuh mezintir bibe.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin