Mehmet Şîrîn Ozdemîrê xwezûrê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu berê sibê nexweş ket. Ozdemîrê nexweş di mala xwe de wefat kir.
Nimêja cenazeya Mehmet Şîrîn Ozdemîrê ku ev 18 sal e nexweş e Mizgefta Şevket Paşa ya ku li navenda Êlihê ye hat edakirin. Dûvre cenaze di goristana Gundê Cimêlînê ya ku girêdayê navçeya Gercewsa Êlihê ye de hat definkirin.
Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu jî ji ber bernameya wî ya li Enqerê beşdarê nuemeleyên defnê nebûye. Her wiha hat ragihandin ku dê taziyeya merhûm Ozdemîrî li navenda Êlihê di Taziyexaneya Çarşiyê ya ku kêleka Yeşîl Mezarlikê ye de bibe. (ÎLKHA)