Xisara Maddî Ya Li Ğezzeyê

Wezîrê avadarî û îskanê yê hıkûmeta fılıstînê mufîd el-hesayîne, beyan kır ku êrîşên rejîma terorê bûne sedema xısareke mezın ya maddî. hesayîne îfade kır ku lı ğezzeyê zêdetırî 4 mılyar dolar xısara maddî qewımıye.

Wezîrê Avadarî û Îskanê yê Hikûmeta lihevkirinê ya Filistînê Mufîd el-Hesayîne, beyan kir ku êrîşên Îsraîla rejîma terorê yên ku ji 7ê Temûzê vir ve li ser Ğezzeyê hatine rastkirin, yekser û neyekser bûne sedema xisara maddî ya bi qasî 4 milyar dolaran.

 


Hesayîne di civîna medyayî de da zanîn ku xisar û zayîata herî ciddî yên êrîşên Îsraîlê, di êrîşên salên dawîn de pêk hatine. Wezîr ji bo avakirina Ğezzeyê ya di demeke nêz de bangî mudaxela acîl kir. Îfade kir ku li Ğezzeyê nêzî 10 hezar malbat bê mal mane. Ew ê hikûmeta lihevkirinê malên ku xerabûne ji nû de ava bike, lê pey sekinandina êrîşan hewce bi kordînasyonê heye ku malzemên înşaatê têkevin herêmê.

 


Hesayîne bangî welatên Konseya Hevkariya Xalîçê jî kir ku ji bo ji nû de avakirina Ğezzeyê desteka malî bikin.

 


Li aliyê din Wezîrê Çandinî û Karên Sosyalê Şewkî el Îsa, anî ziman ku ji ber rewşa acîl û derasayî ya li Ğezzeyê, wê di dana meaşan de biderengî pêk bê.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar