Xwendekar Bi Hîcabin Lê Mamosteyên Wan Nikarên Hîcabê Bidin Serê Xwe

Lê Tirkiye, çewtiyên mesele û qaîdeyan li gelek sehayên heyatê eşkere dibin. Ji aliyekî ve behsa heq û azadiyan tê kirin.

 Lê Tirkiye, çewtiyên mesele û qaîdeyan li gelek sehayên heyatê eşkere dibin. Ji aliyekî ve behsa heq û azadiyan tê kirin. Li aliyê din midûrê mekteban ji ber ku serê xwe dinuxumîne, qîzê xwendekar  dide lêdan. Li aliyekî dersa Quran û siyerê dikeve mufredatê. Lê mamosteyên jin yên van dersan nikarin di dersan de serê xwe binixumînin. Li aliyekî heq û hizûra millet tê diyar kirin, li aliyê din araq û qûmar û fihûş serbest tê kirin û teşwîkkirin. Heta ku serbestiya tesetturê nekeve bin temînata qanûnê, wisa xuyaye ku wê van mesele hê dewam bikin.

Xeberê ajansan dan zanîn ku mielmin jin yên ku wê têkevin dersa kultura dîn û exlaqê, dersa Quran û siyerê, di bin te’deya yesaxa sernixumandinê de ne. Lewra ji memûran re hê yesax û qedexa sernixumandinê dewam dike. Mielmin ku wê têkevin van dersa, hem ewê ferzê sernixumandinê bibêjin hem jî ewê nikaribin bi tesetturê têkevin dersa. Hikûmet çend tevger û pratîkan di hinek deveran de nerm bike jî, van tişt ne beyhûnde ne. Lewra heta bi qanûn li her derê tesettur serbest nebe, kîjan zalim bixwaze û karibe wê van yesaxa dewam bike.

www.bangaheq.net

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be