Xwendekar xwêdan dan weliyan dua kirin

Li Mêrdînê 41 hezar û 231 endam di Îmtîhana Derbasbûna Hîndekariya Bilind de xwêdan dirêjin.

Li gelemperê Tirkiyê kelecana YGSê dest pê kir. Li Mêrdînê 41 hezar û 231 endamên ku ji bo YGSê serîlêdan kiribûn niha di Îmtîhana Derbasbûna Hîndekariya Bilind de xêdan dirêjin.

Hêj ku îmtîhan dest pê nekiribû xwendekar û weliyên wan hatin li ber dibistanan civiyan. Îmtîhana ku di saet 10.00an de dest pê kir endam piştî ku ser wan lêgerînkirin hat kirin têketin dibistanan.

Ji xwendekaran Suleyman çîftçî beriya sinavê diyar kir ku ew cara 3 yemîn e ku dê bikeve îmtîhanê pirr bi kelecan e. Çîftçî wiha diyar kir: “Îmtîhanên par pirr bizehmet bûn. Ez hêvîdar im ku îsal hêsantir bibe. Înşaellah kî çawa dixwaze wisa derbas dibe.”

Piştî ku xwendekar têketin hindir hinek ji welliyên ku li derve sekinîbûn dua kirin û hinek ji wan jî Yasîna Şerîf xwendin.

Weliyên ku bi zarokên xwe re hatin li ber dibistanan sekinîn ji bo hemî xwendekaran daxwaziya serkeftinê kirin û wan diyar kirin ew hêvîdar in ku îmtîhan baş derbas bibe. (ÎLKHA)




















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin