Serokwezîr Teyyîb Erdoğan, ji bo rakina xercên unîversîteyan, talîmata xebatê da. Erdoğan, ji bo rakirina xercên zanîngehan, xebatek berfireh xwest.
Wekî tê zanîn, xercên unîversîteyan, ji xwendekaran tê stendin. Li hinek fakulteyan van mîqdar ji xwendekaran tê xwestin. Ji bo fakulteya Açikoğretîmê 71 lîra, ji bo fakulteyên edebiyat û îlahiyatê 284, ji bo fakulteyên hiqûq û siyasalê 313 lira, ji bo mîmar û muhendîstiyê 387 lira, ji bo teyare, zîraat û baytariyê nêzî 350, ji bo hekîmtiya diran û eczatiyê nêzî 500 lira, ji bo tibê 591 lîra, ji bo konservatuwarê 589 lîra tê xwestin. Xercên perwerdehiya dudemînê, ji hezar lira dest pê dike heta 4 hezar û 268 lîrayê derdikeve. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)