Xwendevanên Sûrî qarneyên xwe standin

Li Diyarbekirê 400 xwendevanên Dibistana Sûriyeyîyan ya Diyarbekirê qarneyên xwe hilgirtin.

Dibistana Sûriyeyîyan a Diyarbekirê ya ku di sala 2014an de li navçeya Baglara Amedê hatibû vekirin, qarneyên 400 xwendevanên dibistanê bela kir.

Midurê dibistanê Muhammed Seîd Mûrad  armanc û mebesta perwerdahîya ku li dibistanê ji zarokan re tê dayîn wiha destnîşan kir: “Armanca me ya perwerde dayîna li vê dibistanê  ji bona ku zarok tesîra şerê welatê xwe ji bîr bikin û her wiha ji bona ku ji neqencîyan werin parastin e.”

Midurê dibistanê Mûrad di derbarê kêmasîya  servîsê ya ji bona anîna zarokan a mektebê de wiha destnîşan kir: “Heger servîsekê ku zarokan anîbana mektebê hebana baştir dibû, lewra gelek malbat ji bona zarokên xwe bînin mektebê  dev ji karên xwe berdidin. Ev jî ji bona malbatan pirsgirêkek e.”

Xwendevanên Sûrî di nava kêf û xweşîyê de qarneyên xwe û her wiha hediyeyên ku mamosteyên wan dane wan hilgirtin. Ji xwendevanên Sûrî Ronî û Esma diyar kirin ku hilgirtina qarneyan û digel hebûna hevalên wan  ên dibistanê kêfxweşîyekê pir xweş e.

Zarok piştî ku qerna û hediyeyên xwe hilgirtin, çûne cem malbatên xwe û kêfxweşbûna xwe bi malbatên xwe re parve kirin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar