Her weke ku tê zanîn Yahya Mîrzaoglu berî vê 23 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi komplo û kumpasan ji teref hêzên tarî ve hat girtin.Diya Yahya Mîrzaogluyê ku ev 23 sal e girtî ye berî vê çend rojan çû rehma Xwedê. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu beşdarî vê taziyê bû û ji Zekeriya Mîrzaogluya ku rehmet kiriye re rehmet û ji naskirîyên wê re jî sebrê ji Xweda Teala niyaz kir.
Her weke ku dê bê bîran berî vê çend mehan bavê Yahya Mîrzaoglu jî wefat kiribû û jê re destûr nehatibû dayîn da ku beşdarî şîna bavê xwe bibe.
Endamên malbatê ji ber îhlalên heqan ên ku tên kirin ji rewşê re bertek nîşan dan û diyar kirin ji kesên Ergenekonê hatine girtin re berî niha çendîn carî destûr hatiye dayîn ku ev yek jî neheqî ye.
ÎLKHA