Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Arîkarê Serokê Giştî Vedat Turgut, Serokê Bajêra Diyarbekirê Şeyhmuz Tanrikulu û heyeteke ku bi wan re ji partîyê hatibûn digel hevdû çûne taziyeya naskirîyên Haci Bayancuk, Mehmet Duman û Cîhan Yeşîlên ku ji ber nasnameyên xwe Îslamî mehkûm bûne.
Heyet piştî van serdanan çû taziyeya dêya Yavuz Bayrakê Serok Bajêra Yalova yê HUDA PARê.
“Zilma 28ê Sibatê hêj agir diberde malan”
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut di taziyeya ku beşdarî bû de ji kesên ku wefat kirine re ji Xwedê Teala rehmet teleb kir û ji malbata wan re got ku ew jî wek wan bi xemgîn in û êşa wan dijîn.
Turgut di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên Misliman ji ber ku jiyaneke Îslamî teleb dikin bi zilm û xedra sîstema laîk re rû bi rû dimînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber vê zilma ku hêj berdewam dike dê û bav bi hesreta lawên xwe wefat dikin.Zilma 28ê Sibatê agir diberde malan.”
“Ev êş me dixwe û mehf dike”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu piştî ku ji taziyê derket re çû cem dêya Cîhan Yeşîl û jê re serxweşiyên xwe anî ziman û derd û kulên dêya Yeşîlî guhdar kir.Di dema ziyaretê de dêya Cîhan Yeşîl di derbarê lawên xwe de derd û kulên xwe wiha anî ziman: “Birina Cîhan ya Edîrneyê zilm e.Bavê wî ji ber ku nexweş bû bu salan nikaribû wî bibîne û bi hesreta lawê xwe wefat kir. Ez jî dê me , Kezeba min dişewite.Ev êş me dixwe û mehf dike.Min ji xwe re got ku bavê wî wefat kir belkî dewlet wî bîne şîna bavê wî.Lê vê yekê jî ji me re zehf dîtin.Nayê bîra min herî dawî min kengî wî dît.Ev bû 19 sal ku di girtîgehê de ye.Encax em dikarin bi telofonê biaxivin.”
“Heger em van birayên xwe ji bîr bikin Xwedê dê hesaba vê ji me pirs bike”
Yapicioglu piştî axavtina dêya Cîhan Yeşîl diyar kir ew bi xwe bi vê mijarê re eleqedar dibin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em jî bi vê yekê dilebikin.Bi iznillah ew ê hemû bên van deran.Him jî ew bên malên xwe , lewra ew bê sûc in.Ez her car ji birayên me yên ku li teşkîlatan in re dibêjim ev birayên we yên di girtîgehê de dê, bav û birayên wan dê, bav û birayên we ne.Heta hûn neçin ba wan hûn ê neçin ba dê û bavê xwe .Bi rastî jî heger em van birayên xwe ji bîr bikin ew ê Xwede Teala hesaba vî tişît ji me bipirse.”
ÎLKHA