Yapicioglu çû taziya Cafer Gîzlî

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu beşdarî taziya Cafer Gîzliyê ku li navçeya Mêrsînê ji teref komek PKKyî ve hatibû qetilkirin bû.

Her weke tê zanîn Cafer Gîzlî li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref komek PKKyî ve hatibû qetilkirin.Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu beşdarî taziya Cafer Gîzlî bû û ji malbata wî re sersaxî xwest.

Ji bilî Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu her wiha Arîkarên Serokê Giştî Mehmet Huseyîn Yilmaz, Abdulsamet Yalçin û Serokê Bajêrê Diyarbekirê Şeyhmuz Tanrikulu jî beşdarî taziye bûn.Lijneya ku çû taziyê ji teref Salîh Gîzliyê ku bavê Cafer e û ji teref naskiriyên wî ve hatin peşîwazîkirin.

Yapicioglu ji Xwedê Teala ji bona Cafer Gîzlî rehmet û ji bona malbata wî jî sebir teleb kir dûvre qebra Cafer Gîzlî ziyaret kir.

Yapicioglu li wê derê di derbarê rastî û heqîqeta mirinê de axavtinek kir wiha diyar kir “Ez şehadeta vî birayê xwe yê ezîz pîroz dikim.Xwedê Teala wî wek şehîd têxe cenneta xwe.”

 “Însanên ku ji xwe re dibêjin em hareketa Kurd in li Mêrsînê be jî Kurdekî dibinin û wî qetil dikin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir qetilkirina Cafer Gîzlî zilmekî mezin e û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ew kesên ku ji xwe re dibêjin em harekata Kurd in ne tenê li Sûr, Silopî û Cizîrê bi heman awayî diçin li Mêrsînê jî Kurdekî dibînin û wî qetil dikin.Divê hemû kes ji vê yeke îbretê bigre û ji xwe re dersê ji vê derîne.Divê li ser vê yeke piçekî werî fikirîn.Xwedê Teala heqê wî li wan nehêle.Ez zilmeke mezin e. Hê xwendevanekî nazenîn û ciwan qetil kirin.Allah şehadeta wî qebûl bike.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar