Yapicioglu di derbarê 3 Mehên Pîroz de peyam weşand

ENQERE - Serokê Gişti yê HUDA PARê Yapicioglu bi peyama ku weşand Qendîla Regaîbê ya alema Îslamê tebrîk kir.

Serokê Gişti yê HUDA PARê ZekeriyaYapicioglu di derbarê Qendîla Regaîbê ya alema Îslamê de peyamek nivîskî weşand.

Yapicioglu diyar kir pêwîst e ku alema Îslamê van mehên pîroz bizivirîne kês û firsetan. Dûvre Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Em dê îşev 3 Mehên Pîroz yên wek Receb, Şeban û Remezanê yên ku di van mehan de pêl û pêl rehmet dibare û dil aramî û sikûnetê dibîne îdraq bikin. Ji ber ku em îsal jî gihan van mehên pîroz û mibarek em gelek kêfxweş û şad in. Heke alema Îslamê van mehan wek firset bihesibîne, mihesebeya rojboriya xwe bike û ji xwe re ji van mehan ders derxîne dê ev yek bibe wesîla vejîna Ummetê.”

Yapicioglu destnîşan kir di van demen herî dawî de di erdnîgara Îslamê de bûyerên xedar diqewimin. Dûvre Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Operasyonên di herêma me de, qedexeyên derketina derve, siyaseta çal û berîqetan, qetlîamên ku di erdnîgara Mislimanan de çêdibe û neheqiyên ku li Mislimanan rewa tê dîtin dide naşandan ku di nabeyna Mislimanan de fitne belav bûye û ev yek bûye sedema tefrîqeyê.”

Yapicioglu di dawiya peyamê de wiha destnîşan kir: “Ya Rebbî! Tu bidi hirmeta şevên mibarek ên di van mehan de. Dawî li vê mexdûriyet û pevçûnên ku di herêma me û alema Îslamê de didome bê. Ji bo ku tesîsa biratiya Îslamê pêk were û fitne ji holê rabe divê ku Misliman bi şiklekî serbilind û îzzetî bisekinin. Bi minasebeta vê yekê ez 3 Mehên Pîroz ên Mislimanan tebrîk dikim û hêvî dikim ku îxtîlafên di nabeyna Mislimanan de ji holê rabe û dengê Mislimanan zêdetir derkeve.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye