Yapicioglu di derheqê helîkoptera ku ket de daxuyaniyeke balkêş da

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku di bernameya fitarê ya partiyê xwe de axivîdi derbarê helîkoptera ku li Şirnexê ket de daxuyaniyeke balkêş da.

Ji teref Serokatiya Bajêra Edenê ya HUDA PARê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarî bernamê bû û di derheqê helîkoptera ku li Şirnexê ket û 13 kes jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyeke balkêş da.

Yapicioglu di daxuyaniya ku da dabû de di derbarê helîkoptera ku ketibû de wiha axivîbû: “ Di temamê balafir û helîkopterên ku dane me de çîp hene ku dema xwestin dikarin mudaxele bikin  û helîkopter û balafiran dabixin.” Ji ber vê gotina Yapicioglu rojnameger di deheqê mijarê de jê pirsan kirin.

Rojnameger ji Yapicioglu pirsa îxtîmala  daxistina helîkopterê heye  yan nekiribû. Yapicioglu pirsa rojnamegeran wisa bersivand: “  Helîkopter ket an jî hat daxistin. Di destê me de agahiyeke eseh tuneye ku helîkopter hatiye daxistin. Lê em vê yekê baş dizanin ku her çiqas gewdeya helîkopteran ji teref me ve bên hilberandin jî  temamê amûrên wan ên elektironîk û nivîsbariyên wan  ji teref wan ve tên çêkirin û heta ku em ji wan nestînin jî ew ê karibin li gor dilê xwe helîkopter û balafiran dabixin. Dîsa ew ê nehêlin ku ev balafir û helîkopter li dijî wan kesên ku ew naxwazin bên bikaranîn.Min hewil da balan bikşînim li ser vê yekê.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bûyera Org. Eşref Bîtlîsê  Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan bû û di sala 1993an de di qezaya ketina balafirê de jiyana xwe ji dest dabû  di bîran xist û  diyar kir hêj mesele nehatiye eşkerekirin û wiha got: “  Hêj ew mirinên muhendîsên ku ASELSANê de dixebitîn nehatine  ronahîkirin. Îddîa ew e, ji ber ku ew, nivîsbariya pergela firînê  çareser kirine hatine kuştin.”

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de ji Xweda ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmet û ji malbatên wan re  jî sebrê temennî kir.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe