Yapicioglu: Divê meseleya Kurd bi makeqanûna nû bê çareserkirin

Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad Zekerîya Yapicioglu destnîşan kir, ger di makeqanûna nû deîrade bê nîşandan dibe ku meseleya Kurd bê çareserkirin.

Zekerîya Yapiciogluyê Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad li Serokatîya Bajara Diyarbekirê ya partîya xwe civîna çapemenîyê li dar xist û pirsên rojnamegeran bersivand.

“Divê meseleya Kurd bi makeqanûna nû bê çareserkirin”

Di civînê de pirsa “Gelo bi makeqanûna nû meseleya Kurd dikare bê çareserkirin?” hat pirsîn. Yapicioglu pirsa ku hat pirsîn wisa bersivand: “ Ev yek bi wan tiştên ku dê di makeqanûna nû de bê nivîsandin ve girêdayî ye. Ew jî ne bes e, ji vê muhîmtir tiştekî din heye: gelo ew ê ev tiştên ku dê bên nivîsandin bên tetbîqkirin an na. Ger di makeqanûna nû de  îrade bê nîşandan dibe ku meseleya Kurd bê çareserkirin.Lê dibe berevajîya vê yekê jî bibe. Yanî meriv nikare bêje her makeqanûna nû makeqanûneke baş e. Makeqanûna nû ya ku ji sedî sed ji teref kesên sîwîl ve hatibe amadekirin dibe ku ji makeqanûna heyî zêdetir zirarê bide û bibe sedema netîceyên baş.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qezaya trafîkê de doktorekî jiyana xwe ji dest da
Li Dîyarbekirê şeş ​​kesên firarkirî ku ji ber sûcên cûrbecûr dihatin lêgerîn, hatin girtin
Weqfa Êtîman li Kenyayê emelîyeta Kataraktê pêk anît
Li Hîndistanê fîlên wehşî 5 kesan kuştin
Teqemenîyên ku li Xezzeyê neteqîyane can digrin