Doh êvarî êrîşa bombeyî li Enqerê hat kirin ku di êrîşa ku hat kirin de 37 kes jiyana xwe ji dest dan û 41 kes jî birîndar bûn. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di derbarê êrîşa bombeyî ya ku doh li Enqerê hat kirin de daxuyaniyek da.
Yapicioglu di daxuyaniya ku da de di derberê mijarê de wiha axivî: “Em wê êrîşa bombeyî ya hovane bi şidet tel’în dikin.Em hêvî û dua dikin da ku hejmera miriyan zêde nebe.”
Yapicioglu di berdewama daxuyaniyê de her wiha ji naskirîyên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re sebir û ji kesên birîndar re jî şîfa teleb kir.
Yapicioglu di dawiya daxuyaniyê de ji bona cardin êrîşên mîna vê neyên kirin bang li kesên rayedar kir da ku wezîfeyên xwe bi cî bînin û tedbîran bistînin.(ÎLKHA)