Yapicioglu êrîşa ku li Rojnameya Dogruhaberê hat kirin şermezar kir

Yapicioglu êrîşa ku li Rojnameya Dogruhaberê hat kirin şermezar kir û destnîşan kir divê çawa ku ji wan êrîşê din re bertek tê nîşandan bi heman awayî li vê êrîşa ku li Rojnameya Dogruhaberê hatiye kirin re jî divê bertek bê nîşandan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu êrîşa ku li Rojnameya Dogruhaberê hat kirin şermezar kir û destnîşan kir çawa ku ji êrîşên din ên ku li sazîyên çapemeniyê hatine kirin bertekeke tund tê nîşandan pêwîst e bi heman awayî li vê êrîşa ku li Rojnameya Dogruhaberê hatiye kirin re jî divê  bertek bê nîşandan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Xarpêtê endamên Îhya-Derê yên di derheqê wan de doz hatibû vekirin û dû re beraat kiribûn ziyaret kir.Yapicioglu di dema ziyaretê de ji endamên Îhya-Derê re daxwazên silametiyê anî zimên û di derbarê êrîşa ku li Rojnameya Dogruhaberê hatiye kirin de daxuyaniyek da.

Yapicioglu di daxuyaniya ku di derbarê êrîşê de da de wiha destnîşan kir: “Ji Xweda re şikir ku di êrîşê de tiştek bi tu kesî nehat. Lê belê di her halî de ev êrîşa ku li saziya çapemeniyê hatiye kirin tiştekî nebaşe.Em vê êrîşê bi şikleke tund şermezar dikin. Ev êrîş ji teref kî ve hatibe kirin divê bê şermezarkirin.Pêwîst e çapemenî vê yekê taqîb bike.Dema ku êrîş li saziyeke çapemeniyê dihat kirin gelek sazîyên çapemeniyê  ji vê re bertek nîşan didan.Em ê jî binêrin ka kî  ew ê ji bûyerê çiqas bertek nîşan bide?"

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 654
Em bang li wan dikin ku bi berpirsyarî rabin
Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Qefîleya hecê ya ewil di 9ê Gulanê de birê dikeve
Platforma Biratiya Îslamî li Çewligê ji bo Xezzeyê kermes vekirin