Yapicioglu: Ew ê hevdîtinên me yên di warê hilbijartinên parlementoyê de berdewam bikin

Lijneyek ji AK Partîyê ji bo standina desteka HUDA PARê ya di hilbijartinên parlementerîyê de çû navenda giştî ya HUDA PARê.

Piştî hevdîtinê her du alîyan daxuyanîyek hevpar dan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di daxuyanîya ku piştî hevdîtinê da de destnîşan kir: “Berî niha teklîfa tevlîbûna tifaqê li me hatibû kirin. Ji ber vê yekê hevdîtin dihatin kirin. Lê belê ji ber erdheja ku di 6ê Sibatê de pêk hat ev hevdîtin kêm bûn. Lewra me tevan giranîya xwe da herêmên erdhejê da ku birînên welatîyan derman bikin. Hevdîtin piştî wê hatin kirin û nesîb be ew ê jî berdewam bikin.Ji xwe di warê serokomarîyê de me helwesta xwe aşkere kir. Di warê tifaqa hilbijartinên parlementoyê de jî ji hêla prensîbê ve problemek tune ye, lê belê ew ê ev tifaq çawa û bi çi awayî çêbibe ev yek ne aşkere ye. Em a niha li ser vê yekê gotûbêjan dikin. Ti tiştek bi şikleke veşartî nayê kirin. Ger ev yek aşkere bibe em ê wê jî bi raya giştî re parve bikin.”

Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partîyê Numan Kurtulmuş di daxuyanîya ku piştî hevdîtina bi HUDA PARê re da de destnîşan kir, ew ê hevdîtinên me berdewam bikin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Du gumanbarên têkiliya wan bi êrîşa li ser cihê kar a li Dîyarbekirê re hene hatin girtin
Li nêzîkî gundê Çinarê 2 otomobîl serî bi serî li hev ketin
Li navçeya Ulukışla ya Nîxdeyê, di qezaya trafîkê de welatiyê me yê ji Çinarê bi giranî birîndar bû
Li Behra Reş ÎHAyek ku ji bin kontrolê derketibû hat xistin
Li Erdexanê berfa ku dibare tesîra xwe didomîne