Yapicioglu: Ey ehlê siyasetê! Ji ser naxêr û erê xelkê dabeş nekin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Gumuşhanê bi xelkê re hat bal hev û rojevê nirxand. Yapicioglu di derheqê referandûma dengdayîna xelkê ya ku dê di 16ê Nîsanê bê kirin de bang li siyasetmedaran kir û got “Ey ehlê siyasetê! Ji ser naxêr û e

“Netîce çi dibe bila bibe, hemû kes mecbûr e ku qerara xelkê qebûl bikin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir di her qonaxê de guhertina makaqanûnê di nava sozên partiyên siyasî de ye  û digel ku çend hilbijartin derbasbûbin jî  soza ku ji xelkê re hatiye dayîn ne hatiye bicîanîn. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Herî dawî ew guherîna makeqanûna ya 18 maddeyî ya ku bi lihevkirina her du partiyên siyasî bi 339 dengan li meclîsê hat qebûlkirin  ji ber ku di bin 367 dengan de ma dê referandûm bê kirin. Naxwe ew ê gotina dawî xelk bibêje. Em hêj ji destpêkê ve tiştekî dibêjin; xelk di vê referandûmê de dê bi feraset qerarê bide û înşallah ew ê qerara herî rast bide. Dia û heviya me ev e. Netîce çi dibe bila bibe, hemû kes mecbûr e ku qerara xelkê qebûl bikin.”

 “Ey ehlê siyasetê! Ji ser naxêr û erê xelkê dabeş nekin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de wiha diyar kir: “Hinek kes ew qas zêde pê çûn ku qala rijandina behrê kirin û diyar kirin ‘Naxêr derkeve em ê weke ku Yewnanan rijandiye behrê kêfxweş bibin.’ Îstîsna xaric, di ya rastiyê de kesên ku dibêjin naxêr û kesên ku dibêjin erê jî  bawer dikin ku ew ê qerara wan li feydeya welat be. Di vê çarçovê de  em bawer dikin ku ew ê ev guhartin li feydeya welêt be û me ji ber vê yekê qerara erê da û me bang li  alîgirên xwe kir da ku  bibêjin erê.  Bila hemû kes vê yekê baş bizanibin ku di 16ê Nîsanê de ji sindoqan çi derdikeve bila derkeve  ew ê li vî welatî heyat berdewam bike û em ê dîsa bi hev re bijîn. Lê em dixwazin ji kesên ku ji ser erê û naxêr xelkê dabeş bikin re bang bikin. Ey ehlê siyasetê! Ji ser naxêr û erê xelkê dabeş nekin. Ji xwe heta hûn bêjin bes gelek kes hewil didin dabeşiyê bikin hene.  Ji ser erê û naxêr jî vî xelkî dabeş nekin.”(ÎLKHA)










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe