Yapicioglu îfade da dozgeriyê

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji ber ku berîya hilbijartinên 7ê Hezîranê li navçeya Farqînê axavtinek kiribû di derbarê wî de lêpirsîn hatibû vekirin ku ji ber vê yekê çû îfade da dozgeriyê.

Her weke ku tê zanîn Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu berîya hilbijartinên 7ê Hezîranê li navçeya Farqînê axavtinek kiribû ku di derbarê vê yekê de ji ber ku axavtinê li cihekî ku lê kirine propagandayê qedexe ye lêpirsîn lê hatibû vekirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu berîya hilbijartinên 7ê Hezîranê li navçeya Farqînê ji ber ku êrîş li konvoya hilbijartinê hatibû kirin li ber avahîya partiyê axavtinek kiribû ku di derbarê vê yekê de bi hinceta ji ber ku axavtinê li cihekî ku lê kirine propagandayê qedexe ye hatiye kirin  lêpirsîn lê hatibû vekirin. Zekeriya Yapicioglu  ji ber vê yekê digel Serokê Bajêr ê Diyarbekirê Şeyhmuz Tanrikulu û digel heyetekê hat adliye û  îfade da Serdozgeriya Komerê yê Diyarbekirê.

Yapicioglu piştî dayîna îfade di derbarê mijarê de wiha axivî: “Berîya hilbijartinên 7ê Hezîranê ji ber ku me li Farqînê xebatên hilbijartinê kiriye serdozgerî  di derheqê me lêpirsîn vekiriye.Serdozgerî vê yekê bi hinceta kirina propagandaya ku lê kirina propagandayê qedexe ye  lêpirsîn daye destpêkirin.”

 “Memleket dişewite lê adliye bi van tiştan mijûl dibe”

Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Memleket dişewite , adliye jî bi van tiştan mijûl dibe.Di dema xebatên 7ê hezîranê de êrîş li konvoya me ya hilbijartinê hatibû kirin ku ji ber vê yekê me li ber avahîya partiya xwe axavtinekê çend deqîqeyî kiribû û cihê ku me lê axavtin kiribû ne cihê propagandayê bû.Ji ber vê yekê ev axavtina ku me li ber avahiyê kiribû bûye mijara lêpirsînê û dozgerî tehqîqet daye destpêkirin.Dozgeriya Farqînê di derbarê vê mijarê de ji dozgeriya Diyarbekirê re nivîsek şandiye û ji wan xwestiye ku  li vê derê îfadeya me bê girtin.Em jî hatin vê derê û me îfadeya xwe da.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir îfadeya ku jê hatiye girtin ji axavtina ku kiriye zêdetir di derbarê cihê axavtinê de bû û wiha pê de çû: “Bi qasî ku ez dibînim haya dozgeriya vê derê ji naveroka evraqê tune ye.”

Her weke ku tê zanîn berîya hilbijartinên 7ê hezîranê di 29ê gulanê de li navçeya Farqîna Diyarbekirê komek HDPyî bi keviran êrîşî konvoya hilbijartinê kiribû.

Yapicioglu ji ber vê êrîşa ku li wan hatibû kirin ji bona rageşîya ku derketibû ji holê rabike li ber avahîya serokatiya Farqînê axavtinek kiribû.

Serdozgeriya Komere yê Farqînê yê ku di derbarê HDPyiyên ku êrîşî konvoyê kiribûn de tu tehqîqet nedabû destpêkirin ji ber kirine banga sukunetê ya ku li ber avahîya serokatiya navçê hatiye kirin di derbarê Zekeriya Yapicioglu de tehqîqet da destpêkirin.(ÎLKHA)

 

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye