Yapicioglu ji bo wan kesên ku li Hetayê di qezayê de rehmet kirin peyama sersaxîyê weşand

Ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ve ji bo wan kesên ku li Hetayê di qezayê de rehmet kirin peyama sersaxîyê hat weşandin.

Yapicioglu di peyama ku weşand de wisa got: “Ez ji bo wan kesên di qezaya ku li Hetayê pêk hat de wefat kirin ji Xwedê rehmê û ji bo nasên wan jî sebrê daxwaz dikim. Xweda şifa xêrê bide kesên birîndar.”

Qeza doh li mewqîya Topbogazliya Antakyayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kamyona ku bi li barkêşekê qelibî ji kontrolê derket û li 11 wesayîtan qelibî. Di qezayê de 12 kes canê xwe ji dest dan û 3 jê giran tevde 31 kes birîndar bûn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?