Yapicioglu ji bo wefatîyên di lehîya li Lîbyayê de peyama şînê parve kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo felaketa lehîyê ya ku li Lîbyayê pêk hat û ji ber wê felaketê jî ji 3 hezarî zêdetir mirov canê xwe ji dest dane, ji 7 hezarî zêdetir mirov winda ne peyama şînê belav kir.

Yapicioglu peyama xwe li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kir, bal kişand ku bira bi lez û bez ji banga Lîbayê a ji navneteweyî re bersiv bê dayîn.

Yapicioglu di weşana xwe de daxwaz kir ku bira hejmarê wefatîyan zêde nebe weha got, “Ez ji birayên xwe yên ku li Lîbyayê di felaketê de wefat kirine re ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn dikim.

Ez ji xelkê Lîbyayê a bira re daxwazîyên xwe yên sersaxî û derbasîyê dişînim.

Divê ji banga alîkarîya navneteweyî ya Lîbyayê re bi lez û bez bersiv bê dayîn.

Daxwazîya me ya ji Xwedê ev e ku bira hejmarê wefatîyan zêde nebe.”


(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno