Yapicioglu li Êlihê rojevê nirxand

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku ji bo xebatên partiyê hatibû Êlihê di taştê de bi nûnerên neteweyî û mehelî re hat cem hev.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji bo xebatên partiyê hatibû Êlihê û li wir di taştê de bi nûnerên neteweyî û mehelî re hat cem hev û rojevê nirxand.

Alîkarên Serokê Giştî Aydin Gok, Eyup Yanaç û Abdurrahman Cens, endamê GÎKê Serkan Ramanli, Serokê Bajarê Batmanê Mehmet Emîn Dogru û rêvebirên saziyê beşdarê civîna çapemeniyê bûn.

Zekeriya Yapicioglu li vir daxuyanî da û di derbarê pêvajoya şerê û makeqanûna nû de nirxandin kir.

 “Ji ceribandina dûbare tu fayde nayê dîtin”

Yapicioglu destnîşan kir ku ev pêvajoya şerê fayde nade tu kesê û divê ku ev yek were dîtin. Dûvre Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Gel hizûr û aramî dixwaze. Gel bêhna barût û şer naxweze. Hikûmet miraceata leşkerî û polîsî dike. Ji ceribandina dûbare tu fayde tune. Divê ku mirov vê yekê jî diyar bike rêbazên ku li Sûr û Cizîrê hatine ceribandin kêrê tu tiştî nehatiye. Ev rê û rêbazên ku li Sûr, Cizîrê û Silopiyê pêk hatine ne hewceye ku li navçeyên de dûbare pêk were. Lewre tu feyda wê ji kesî re tune. Kirina vê yekê bi şiklekî zanînîn şandina ciwanan a ji mirinê re ye. Pêwîst e ku ji vê re êdî bibêjin bes e.”

Divê ku di makeqanûna nû de madeyên pergala wêristiyê tunebe

Yapicioglu di derbarê makeqanûna nû de nirxandin kir û dûvre wiha pê de çû: “Di rojevê de gengeşeyên makeqanûna nû heye. Me dît ku CHP diyar kir ku xetên wê yên sor hene û dûvre ji masê rabû. Nayê fêm kirin ku partiyên din di derbarê makeqanûna nû de çi dibêjin. Her wiha heke hikûmet bimîne tenê jî dixwaze ku vê makeqanûnê pêşkêş bike. Em jî dibêjin heke madeyên pergala wêristiyê ji makeqnûnê ranebe ew dê nebe makeqanûnekê nû.”

 “Divê ku di derbarê wezîrtiyê de modelekî çawa dixwazin ji gel re diyar bikin”

Yapicioglu ramanên xwe yên di derbarê wezîrtiyê de diyar kir û wiha axivî: “Nîqaşekê din jî pergala wezîrtiyê ye. Cûr bi cûr modelên wezîrtiyê hene. Nîqaşa li Tirkîyê di derbarê pergalê de ye. Heke ev mijar li ser şexsan were domandin çewt e. Divê ku di derbarê wezîrtiyê de modelekî çawa dixwazin ji gel re diyar bikin.”

“Ji bo pirsgirêkan divê ku çareseriyeke mizakereyî û siyasî were dîtin”

Yapicioglu di derbarê pêvajoya Sûrî de axivî. Dûvre Yapicioglu wiha belav kir: “Niha li Sûrî qetlîam didome. Disa mirin çêdibe. Înşaellah li wir dê demildest aramî û hizûr peyda bibe. Înşaellah  li wir însan dê dev ji hev kuştinê berdin. Ji bo pirsgirêkan divê ku çareseriyeke  mizakereyî û siyasî were dîtin.”

Her wiha Yapicioglu di derbarê mijara mixatabtiyê de axivî û wiha destnîşan kir: “Çawa ku berî di derbarê mixatab girtinê de bes PKK/HDP dihatin dîtin û ev yek çewt bû îro jî gotina hikûmetê ya di derbarê  nehesibandina PKK/HDPê ya ji bo mixatab girtinê de jî çewt e. HDP jî mixatabek e.

“Em rakirina bêrîtiya siyasî rast nabînin”

Yapicioglu di derbarê rakirina bêrîtiyê de wiha axivî: “Li Tirkîye darizandin bû sîyasî. Em welatekê wekê Tirkîyê ya ku darizandin şekil dide wê welatê rakirina bêrîtiya siyasî rast nabînin.” (ÎLKHA)


 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye