Yapicioglu li Malatyayê erdhejzedeyan ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Meletiyê ziyaretên xwe didomîne

Yapicioglu û heyeta pêre li Malatyayê Bajara Konteyner a Teknokentê, Qeymeqamê Navçeya Qaleyê Mustafa Aksoy û dû re Navenda Koordînasyonê ya Kerwana Hêvîyê, Weqfa Yetîman, Avrupa Yetim Eli û IHO EBRARê ziyaret kir. Yapicioglu li navenda koordînasyonê pirsa dildaran kir û wan guhdar kir.

Yapicioglu piştî ziyaretên kir re derbaê rewşa dawî ya erdhejzedeyan de wisa nirxandinek kir:

Divê em qebûl bikin ku ew birînên ku erdhej ji wan re bûne sedem ew ê zû bi zû neyên girtin. Lê hemd ji Xwerê re, me di van du rojên dawî de nexasim li Semsûr û Malatyayê dît ku xelk hêdî hêdî bi xwe ve tê. Bi izna Xwedê ger xelk bi temametî derbasî malên xwe bibin ew ê ev birîn karibin bi temametî bê pêçan. Me li Malatyayê bajara konteyner a ku lê 10 hezar kes dimîne ziyaret kir. Me li wê derê derd û kulên welatîyên xwe guhdar kir. Me dît ku gelek îxtîyacên welatîyan li wê derê tên tedarikkirin; lê belê ev îmkanên li wê derê nabin wek ên malê. Em hêvî dikin xanî demildest xelas bibin û welatî vegerin malên xwe.”

“Divê ji provokatoran re fersend neyê dayîn û meydan ji wan re neyê berdan”

Yapicioglu di dawîya axavtina wê meseleya ku li Êlihê rû da nirxand û destnîşan kir: “Hinek kes hewl didin welatîyan provoke bikin. Berî vê çend rojan li Êlihê meselekek rû da û ji ser vê meseleyê li hember me kampanyaya lînçê dan destpêkirin. Dû re derket holê ku ew mesele û bûyer meseleyeke lihevhatî ye, ango derew e. Divê ji provokatoran re fersend neyê dayîn û meydan ji wan re neyê berdan.”(ÎLKHA)


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji bo bakur hişyarîya şilîyê hat dayîn
Li Rihayê qamyonet û wesayît li hev qelibîn: 16 birîndar
Otobûsa rêwîyan qelibî: 2 mirî, 34 birîndar
Şêx Qeredaxî: Hesen Saklanan şehîdîyê xwest û bidest xist
HAMASê derheqê Refahê de daxuyanî da