Yapicioglu li Sîwasêbi mixtaran re hat bal hev

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku ji bo ziyaretinan hatibûSîwasê bi mixtaran re hat bal hev.

Yapiciogluyê ku li  Komaleya Mixtaran axavtinek kir diyar kir provakasyona Sîwasê tenê sehneyek ji wan sehneyên senaryoyê ya maxfilên tarî ye û  ew însanên ku ji ber vê dozê tên sûcdarkirin bi şikleke ne edil tên darizandin  û bi ji holê rakirina hinek delîlan li ser dozê hatiye girtin.

“Di otela Madimakê de bûyerên bi êş û elem ên ku nedihatin xwestin qewimîn”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji meseleyên herî girîng ên bi lez meseleyek jî kaosa ku tê xwestin li welêt bê derxistin e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê em li dijî dek û dolapên wan maxfilên tarî û xalên şer an jî însanên niyet xerab ên ku dixwazin welêt tevlî hev bikin haydar bin. Meseleyeke me cîddî heye ku hinek derdor pê dixwazin berberiyê têxin nava welatiyên me û wan berdin hev. Em niha li Sîwasê ne. Weke ku hûn jî dizanin di 1993an de di otela Madimakê de bûyer û hewadîsên bi êş û elem ên ku nedihatin xwestin qewimîn. Provokasyonên ciddî hatin kirin. Doh min li Başbaglarê jî got û ez li Siwasê cardin dibêjim. Ew provokasyona ku li wê derê hat kirin ji bo tertîpkirina bûyerên mezintir bû û ew sehne jî ji wan sehneyên senaryoyê ya maxfilên tarî bes sehneyek bû. Provokasyonên gelek mezin hatin kirin û di encama  wan provokasyonan de bûyerên ku nedihatin xwestin rû dan û 37 welatî jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê bûyerê 3 rojan li Başbaglara Erzîncanê  33 kesên sûnnî hatin qetilkirin û kaxizeke ku li ser ‘Me heyfa Madimakê stand’ nivîsandîbû avêtibûn cihê bûyerê. Armanc diyar bû; dixwastin di warê mezhebê de welatiyan berdin hev  û tevlîheviyê li welatê derbixin.”

“Îxtiyaca me ji yekîtî û digelheviyê re heye”

Serokê Komaleya Mixtaran  Duran Koç jî piştî axavtina xwe Yapicioglu axavtinekê kir. Koç di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir Îxtiyaca me ji yekîtî û digelheviyê re heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo pêşveçûna memleket, bajrç û hetta temamê welatên Îslamê û ji bo ji dahatûya xwe baer bin pêdiviya me bi perwerdehî, ilm û zanista kui pêşiya me ronî bike û rê nîşanî me bide re heye.  Weke ku Birêz Serokê me jî got  pêdiviya me ji STK  û partiyên ku yekîtî û digelheviyê dijîn re heye.”(ÎLKHA)




















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe