Yapicioglu li Taksîmê xîtabê kesên dijî derbeyê ne kir

STENBOL - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Taksîmê xîtabê kesên dijî derbeyê kir. Yapicioglu bal kişand ser yekitî û biratiyê.

Protestoyên dijî teşebusa derbeyê li gelemperê Tirkiyeyê didome. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Qada Taksîma Stenbolê xîtabê kesên dijî derbeyê kir. Yapaicioglu bal kişand ser yekitî û biratiyê.

Yapicioglu piştî ku çarîneya Merşa Îstîklalê ya 5 emîn xwend axavtina xwe wiha domand: “Me îrohinek  xaziyên ku xwe kirine sîper û vî êrîşê dane sekinandin ziyaret kir. Di rûyê hemûyan de ken, şanazî û şadî hebû. Min malbatên birayên xwe yên ezîz ên ku şeva 15ê Tîrmehê xwe ji kiribû sîper û jiyana xwe ji dest dane ziyaret kir. Serê hemiyan bilind e. Kes poşman nîne. Dibêjin ‘heke sibê dîsa tiştek wiha hebe dê em dîsa biçin.’ Xweda carek din bi vî şiklê gel derbexe hemberî tankan. Xweda carek din van maşeyên emperyalîzman miseletê vî gelê neke. Xweda carek din kesên  ku merhemeta wî ji me re tune neke rêvebir. Xweda biratî û yekitiya me qewîntir bike.”

 “Bila maşeyên emperyalîzmê nekevin nabeyna me”

Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Dibe ku em endamên partiyên ji hev cuda bibin. Dibe ku zimanê me ji hev cuda bibe û dibe ku em ji bajarên ji hev cuda hatibin. Dibe ku dîn û mezhebên me ji hev cuda bibin. Lê dema ku ji derve êrşek çêbû pêwîst e ku em bibin yek. Birayên min sefan bişidînin ku şeytan û maşeyên emperyalîzman tênekevin nabeyna me. Îro me birayên xwe yên ku şeva teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê birîndar bûbûn ziyaret kirin. Hemî dil rehet in ku wezîfeya xwe pêk anîne. Nebî! Nebêjin wan wezîfeya xwe pêk anîne û ev xeter derbas bûye. Heta ku xeter hebû qadan terk nekin.” (ÎLKHA)
 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye