Yapicioglu: Misliman dê nîşan bidin ka Trump ehmeqîyeke çawa kiriye

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derbarê qerara Qudsê ya Amerîkaya emperyalîst de ji ser wisa got: “Bi izna Xwedê Misliman dê bi zimanekî ku ew(Trump) jê fêm bike nîşan bidin ka ew ehmeqîyeke çawa kiriye.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derbarê  veguhastina sefareta Amerîka li Qudsê û Qudsê wek paytexta îşxalkerên sîyonîstan naskirinê de ji ser hisaba xwe twîtterê daxuyanî da.

Yapicioglu di parvekirinên ku ji ser hisaba xwe ya twîtterê kir de derbarê mijarê de wisa got: “ Ez zen nakim ku Trump fêm bike ka wî derîyeke çawa vekiriye û eqlê wî jî têra vê yekê nake. Lê bi izna Xwedê Misliman dê bi zimanekî ku ew(Trump) jê fêm bike nîşan bidin ka ew ehmeqîyeke çawa kiriye. Wê demê sîyonîst bi xwe jî dê ji Trump re lanetê bînin.”

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin