Yapicioglu peyama eydê weşand

ENQERE - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi minasebeta Eyda Remezanê peyamek weşand.

Di peyama ku bi minasebeta Eyda Remezanê hat weşandin de Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerriya Yapicioglu  temennÎ kir ku ev Eyda Remezanê  bibe wesîleya def’a musibet, bela, fitne û şerên li ser erdnigariya ummetê û bibe wesîleya hizûr, edalet û selametê.

Di peyama ku li ser navê Zekeriya Yapicioglu  ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat weşandin de ev tişt hatin parvekirin: “Me meheke din a Remezanê ya ku tê de Qur’ana Kerîm nazil bûye û di nav xwe de Furqan û beyyîneyên hîdayetê dihewîne li pey xwe hişt.Di vê meha ku tê de qelbê muminên ku ji xwe re teqwayê kirine hedef ji zincîrên nefsanî û şeytanî rizgar dibin.Hemd ji Wî Xwedayê re ku li piştî vê meha Remezanê nesîbê me kir ku em bigihijin Eyda Remezanê.”

Yapicioglu di berdewama peyama xwe de bi bîr anî ku cografyaya ummeta Îslamê di nava xwînê de ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû çend wext ku eydên me bi xemgînî û bi êşê derbas dibin.Erdnigariya me bûye gola xwînê, bajarên me bûne kavil û xopan.Her roj em bi xeberê qetlîamekê dest bi rojê dikin bi yeke din jî dawî li rojê tînin.Ev axên ku lê biratî, edalet û wekhevî hatibûn tesîskirin û lê hizûr û bereket şên bûbûn û her wiha li serê medeniyet bûbû neşvûnema îro bi mirin, nefret û xwînê tên bîranîn.”

Yapicioglu di dawiya peyama xwe de Eyda Remezanê ya temamê Mislimanan pîroz kir û wiha dawî li peyama xwe anî: “Halbukî   eyd bereket e û hizûr, selamet û sulha ku dikeve nava qelban e.Li ser navê erdem, fazîlet û însaniyetê geşkirina hêviyan û  ewlehî û hezkirinê ye.Divê em di vê roja mibarek de destê xwe ji Rebbê xwe vebikin û jê teleb bikin da ku me bigihijîne wan rojên ku em temenî dikin.Bi vê wesîlê ez Eyda Remezanê ya temamê alema Îslamê pîroz dikim û ez ji Xweda niyaz dikim ku ev Eyda Remezanê  bibe wesîleya def’a musîbet, bela,  fitne û şerên li ser erdnigariya ummetê û bibe wesîleya hizûr, edalet û selamete.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar