Civîna serokbajarên Huda Parê yên teşkîlatên bajarên rojhilatê, li Batmanê di serokatiya serokê giştî Zekeriya Yapicioğlu de pêk hat.
Alîkarên serokê giştî Îsa Aydin, Fadil Şanî, Cemal Çoban û serokên teşkîlatên bajarên rojhilatê tevlî civînê bûn.
Di qismê civînê yê ji medyayê re vekirî de Serokê giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioğlu, li ser hilbijartina serokcimhûr, pêvajoya çareseriyê, îddîayên der barê rêxistina paralelê de û êrîşên li ser muslumanan beyanên girîng anîn ziman.
Yapicioğlu bi bîr anî ku di 10ê Tebaxê de cara ewil serokcimhûr ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin. Lê kesê ji aliyê cimhûr ve hatiye hilbijartin, heta bibînin ku weke serokê cimhûr tevdigere, ew ê rexneyên xwe bînin ziman.
Yapicioğlu da zanîn ku li pêşiya hikûmetê yek meseleyê herî girîng pêvajoya çareseriyê ye. Lê di vê pêvajoyê de êrîşên li xelkê zêde bûne û êdî pêvajoya çareseriyê, dûrî çareseriyê bûye. Di pêvajoyê de di terefan de semîmiyet nedîtine. Hedîseyên wek heykela li Licê zirarê didin xelkê.
Yapicioğlu tewra hêzên leşkerî û emniyetê ya di van hedîseyan de şedîd rexne kir û wiha got: “Mal û can û dînê welatiyan eger neyê parastin, bila tu kes îddîa ku dewlet heye neke.”
Zekeriya Yapicioğlu li ser îddîayên rêxistina paralelê de jî xeber da û wiha got: “Ma ew ê tenê bêhiqûqiyên ku li Ak Partiyê tên kirin bên lêpirsîn?”
Yapicioğlu li ser birîna ceyranê ya li herêmê jî îfade kir ku divê çareyên daimî bên peydekirin.
Serokê Huda Parê di serî de Ğezze û Misir li ser zulma ku li dinyayê li muslumanan tê kirin jî axivî û ji Xweda hêvî kir ku şiûra yekwicûd û yekîtiyê û bibîranîna ku birayê hevin bide ummetê.
Çınarın Sesi