Yapicioglu: “Te heta niha çima deng neda dengê kesên ku li edaletê digeriyan?

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji Kiliçdarogluyê ku ji Enqerê ber bi Stenbolê ve dimeşe re “Dema ku êdî zirar gihaşt te ma tu li edaletê digerî? Te heta niha çima deng neda dengê kesên ku li edaletê digeriyan?”

Ji teref Serokatiya Bajêra Bûrsayê yê HUDA PARê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin.  Karsaz,  temsîlkarên partiyên siyasî û STKyan, endamên çapemeniyê, rîspî, partiyî û welatî beşdarî bernamê bûn.

Bernameya ku bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir bi axavtina silavdayînê ya  Serokê Bajêra Bûrsayê berdewam kir. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarî bernamê bûbû di derheqê rojeva hundir û derve de nirxandinan kir.

 “Te heta niha çima deng neda dengê kesên ku li edaletê digeriyan?”

Yapicioglu di axavtina xwe ya ku di derbarê Kemal Kiliçdaroglu kir de destnîşan kir di van rojên dawî de ji ber ku parlementerek hatiye girtin û wî şandine Girtîgeha Maltapê rojeva Tirkiyê gelek zêde meşxul e. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Serokê muxalefeta sereke ragihand ku ew ê ji Enqerê ber bi Stenbolê ve bimeşe. Li edaletê digerîya! Dema ku êdî zirar gihaşt te ma tu li edaletê digerî? Te heta niha çima deng neda dengê kesên ku li edaletê digeriyan? Ew şexsê ku hat girtin ma ji ber ku tenê parlementer bû ev qas ket rojevê û ev qas deng veda? Başe ma ew kesên ku tu kesên wan tunene bila di zindanan de birizin? Edalet ev e? Di nava civakekê de heta ku kesê heqdar û zeîf û bêhêz heqê xwe bêtirs ji yê bihêz û qewet teleb neke û nestîne  bila tu kes li vî welatî qala edaletê neke.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe