Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Qonyayê bi karsazan re hat cem hev

Zekerîya Yapiciogluyê ku di çarçoveya zîyaretên xwe yên memleketê de hat Qonyeyê, li vê derê jî bi karsazan re hat cem hev û bi wan re derheqê aborîyê de axivî.

Rawestgeha Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ku çar alîyê welat digere, vê carê jî bû Qonye.

Yapicioglu li vê derê karsazan gohdar kir û ji wan re derheqê aborîyê de qala fikra partîya xwe kir.

Hevdîtina ku bi pirs-bersiv dihat kirin ji çapemenîyê re girtî hat berdewamkirin.

Hat hînbûn ew ê Yapicioglu heta dawîya rojê li Qonyeyê be. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe