Li ser rêziknameya Mekteban tepkîyekî jî ji Hur Dera Batmanê hat.
Serekê Hur dera Batmanê Parêzer Serkan Ramanli di derbarê rêziknameya cil û bergan ku divê li mekteban bê pêkanîn beyanateke medyayî a nivîsî lidarxist.
Parêzer Ramanli di beyanata xwe de bi taybetî li ser yasaxa şerpê sekinî û go: “Piraniya gel ji hikumetê hêvîdar bû ku yasaxa şerpê rake. Lê belê hikûmetê van hêviyên gel vala derxist. Êdî ev yasax yasaxeke Akpê ye. Hikumet bi salane bi we’da ku wê yasaxa şerpê rake tê îqtîdarê û şerpê namûsa xwe didî. Hikumet divê an nêrîna xwe ya li şerpê biguherîne an jî nêrîna xwe ya li namûsê biguherîne.” www.bangaheq.net