Yasaxa Şerpê Wek Xwe Didome

"Rêzika di derbarê cil û bergên telebeyên mekteban de a Wezareta Perwerdehiya Millî” di qezeteya resmî de hat weşandin.

"Rêzika di derbarê cil û bergên telebeyên mekteban de a Wezareta Perwerdehiya Millî” di qezeteya resmî de hat weşandin.

Li gor vê rêzikê, di Lîse, Mektebên ‘Ewwel û Navîn û di mektebên perwerdehiya berî mektebê de cil û bergên telebeyan serbest hatin berdan.”

Ji bilî hinek qa’îdeyan telebe bixwazin kîjan cilî li xwe kin wê karibin li xwe kin. Êdî wê mekteb nikaribin zora cilên yek tîp li telebeyan bikin.

Di mektebên xisûsî yên bi Wezaretê ve girêdayî de, li gor xwesteka ji sedî şêst weliyên telebeyan wê îdara mektebê karibe cil û bergekî yek tîp te’yîn bike.

Lê dîsa di derbarê şerpê de rewş neguherî. Telebe wê bi tenê karibin di mektebên Îmam Xetîb de û di dersên neqane yên Quranê de serê xwe binuxmînin. Ev yek jî dîsa reaksiyona welî, perwerdekar û zanyaran dikşîne.

Heya dawiya sala perwerdehiyê a 2012-2013an wê hukmê rêzika hatiye rakirin dewam bike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin