Yasîn Boru û hevalên wî li Rihayê hatin bîranîn

RİHA - Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê de ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke hovane hatibûn qetilkirin ji teref Şaxê Ciwanan a Bajêra Rihayê yê HUDA PARê ve bi bernameyekê hatin bîranîn.

Her weke ku tê zanîn berî vê 2 salan di 6-8ê Cotmehê de Yasîn Boru, Riyad Guneş, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke hovane hatibûn şehîdkirin.

Yasîn Boru, Riyad Guneş, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakakê ku ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke hovane hatibûn şehîdkirin ji teref Şaxê Ciwanan a Bajêra Rihayê yê HUDA PARê ve bi bernameyekê hatin bîranîn.

Di bernameya ku li Navenda Çand a Helbestvan Nabî hat tertîpkirin de di derbarê wehşeta ku di 6-8ê Cotmehê hatiye kirin de pêşangeha fotografan hat vekirin.

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinç  di bernameyê de axavtinek kir.Kilinç di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir bûyerên 6-8ê Cotmehê dîroka xelkê Kurd û ya PKKê guhartiye û ev bûyer mîladek e.Kilinç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bernameya bîranînê ya îsal rastî meha Muharremê hat .Di navbera Hz. Huseyînê ku li Kerbelayê şehîd bû û di navbera Yasîn û hevalên wî de gelek hevşibî hene.”

“Piştî 12 Îlonê wezîfeya tesfiyakirina rêxistinên Kurdî dan PKKê û yên camîayên Îslamî jî dan Gulenî”

Kilinç di dawiya axavtina xwe wiha destnîşan kir: “PKK bi salan hewil da xelkê Kurd ji bawerîya wan dûr bike. Piştî 12 Îlonê wezîfeya tesfiyakirina rêxistinên Kurdî dan PKKê û yên camîayên Îslamî jî dan Gulenî.Bi şehadeta Yasîn Boru PKK dijmintiya xwe ya li dijî Îslamê tesdîq kiriye.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye