Yekgirtû: Em qerara derbarê Qudsê de red dikin

Partîya Yekîtîya Îslamî ya Kurdistanê qerara Trumpê Serokê Amerîka ya Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker naskirinê bi şikleke tund red kirû destnîşan kir qerar bê betalkirin.

Piştî serokê şeytanê mezin Amerîka Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker nas kir re bertekên tund ji qerarê hat nîşandan. Ev bertek didomin. Bertekek jî ji Partîya Yekîtîya Îslamî ya Kurdistanê hat.

Di daxuyanîya ku ji teref Partîya Yekîtîya Îslamî ya Kurdistanê ve hat dayîn de hat destnîşankirin “Em qerara veguhastina seferata Amerîka li Qudsê û Qudsê wek paytexta Îsraîl naskirinê bi şikleke tund red dikin. Biya me ev qerar bi giştî li dijî Mislimanan û bi taybet jî li dijî xelkê Fîlîstînê hatiye dayîn.”

Di dawîya daxuyanîyê de hat ragihandin ev qerar Trump dê bibe sedema zêdebûna problemên li herêmê, ji ber vê yekê divê sazîyên navneteweyî û raya giştî bo ev qerar bê betalkirin divê hewil bidin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin